HPG’ê: Gerîla li Metîna û Avaşîn li hêzên dagirker dan

Gerîllayên HPG û YJA-STAR’ê li Metîna û Avaşîn li hêzên artêşa Tirk dan.
HPG’ê derbarê xebatên sîxûran de jî bang li gelê li derdora herêma Metîna ya başûr kir ku hişyar be.
Li aliyê din êrişên hewayî yên li dijî Başûrê Kurdistanê jî dewam dikin..

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama şer û êrişên 24 saetên dawî bi raya giştî re parve kir.

Li gorî vê,

13 Cotmehê li herêma Metînayê, hêzên artêşa dagirker ên li Girê Azad bicih bibûn, bûn armanca çalakiya gerîlla.

Gerîllayan bi çekên giran li çeperên artêşa Tirk dan.

Hejmara kuştî û birîndaran nehat zanîn.

Heman rojê li herêma Avaşînê,

Gerîlla bi çekên giran li navendên artêşa Tirk ên li Girê Silêman dan.

14’ê Cotmehê qada Çemço û derdora gundê Rençbiaxa ên girêdayî Zapê hatin topbarankirin.

13’ê Cotmehê jî devera Stûnê ya girêdayî Avaşînê û Qada Werxelê ya dikeve aliyê Zapê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombardimankirin.

Heman rojê li herêma Xakurkê, derdora ava Lolan û qadên Kendekola û Sinînê bûn hedefa êrişa balafiran.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê eşkere kir ku li herêma Metîna xebatên sîxûrên Tirk heye ev hişyarşî kir:

Ev derdor cihê gerîlla tesbît dikin û agahiyan didin artêşa dagirker.

Ji bo ev sîxûr û gel ji hev bêne cûdakirin, banga me ji bo gelê me ew e ku bi ti awayî nêzî herêmên gerîlla nebin.

Back to top button