Amadekariya dagirkeriyeke nû tê kirin

Erdogan 10’ê Cotmehê tiştek wiha got;
An bi desteka hêzên li wir, an jî em ê bi derfetên xwe tişta pêwîst bikin.
Nivîskar Ferda Çetîn bi bîr xist ku ev gotin, herf bi herf beriya dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê jî ji aliyê Erdogan ve hatibûn kirin.
Çetîn daxuyaniya Erdogan weke amadekariya tevgereke nû ya dagirkeriyê binav kir

8’ê Cotmehê li Cerablûsê 2 teqînên bombeyî pêk hatin.

Di encamê de 2 kes mirin, 15 jî birîndar bûn.

Piştî vê bi rojekê, li Ezazê erbeyeke zirpoş bû hedefa êrişê.

Endamên hêzên taybet Cîhat Şahîn û Fatîh Dogan hatin kuştin.

Wezareta Karê Hundir û ragihandina TRT îdîa kirin ku êriş ji Til Rifatê ji aliyê YPG’ê ve hatiye kirin.

11’ê Cotmehê li Efrînê erebeyeke bombebarkirî hat teqandin.

Wezareta Karê Hundir ev bûyer jî kir malê YPG’ê û PKK’ê.

Roja 10’ê Cotmehê Taytip Erdogan bi van gotinan behsa bûyeran kir:

Êdî sebra me li hemberî êrişên terorê yên ji Sûrî tên nemaye.

An bi hêzên li wir, an jî bi derfetên xwe, em ê vê tehdîdê ji holê rakin.

Ji Rojava ne êriş, kevirek jî ji bo aliyê Tirkiyê nayê avêtin.

Erdogan, Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Rûsya vê yekê naş dizanin.

Li vir ev gotina zilamê Erdogan Hakan Fîdan careke din tê bîra me:

Hêsan e ku em rewşê aloz bikin. Em dikarin ji aliyê Sûrî ve çend moşekan bavêjin û vê yekê bikin sedema şer.

Encama vê siyaseta Fîdan li Efrîn û Serêkaniyê derket holê.

Niha Erdogan heman rêbazê ji bo Til Rifat û Minbicê bikar tîne.

Ji xwe dema em li daxuyaniya Erdogan a 10’ê Cotmehê dinerin, dibînin ku herf bi herf mîna ên beriya dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê bûn.

Wek rê zanîn 28’ê Îlonê li Soçî hevdîtinek pêk hat.

Pûtîn di vê hevdîtinê de ji Erdogan xwest tevî hêzên xwe ji Idlibê derkeve.

Beramberê vê yekê Erdogan ji Pûtîn xwest destekê bide êrişa wan a li dijî Minbic û Til Rifatê.

Serokê Rûsyayê ji bo vê daxwazê ev bersiv da:

Ne li Rojhilatê Firatê, lê eger êriş li dijî herêmên di bin kontrola Amerîka ango Rojavayê Firatê pêk werin, ew ê destekê bide Tirkiyê.

Amerîka ji vê rastiyê haydar bû.

Lewma Joe Biden Tirkiyê hişyar kir.

Piştî daxuyaniya Amerîkayê, li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de li ser hev êrişên organîzekirî pêk tên.

Hem êriş û hem daxuyaniya Erdogan, nîşaneya amadekariyên tevgereke nû ya dagirkeriyê ne.

Ev êrişa tifaqa Erdogan û DAIŞ’ê piştî wergirtina sozên piştgiriyê dikare destpê bike.

Back to top button