Pêşmergeyên Roj…Ji aliyê MIT’a Tirk ve hatin perwerde kirin û bi rêxistinkirin

Ji salên destpêkê yên aloziya Sûriyê û dest pê ka şoreşa Rojava ve qala komeke bi navê “Pêşmergeyên Roj” dihat kirin.
Hin serokên komên kurd porpaganda dikirin ku ev kom ji bo parastina gelê Kurd ê Rojava hatiye avakirin.
Rastiya vê komê çiye, çawa hatiye avakirin û li ku hatiye bi kar anîn?
Em bi hevre li vê rapora me temaşe bikin.

Koma çekdar a ku navê Pêşmergeyên Roj an Leşkerên roj lê tê kirin, li ser daxwaza serokê PDK Mesûd Barzanî ku wê demê serokê herêma Başûrê Kurdistanê bû, hate avakirin.

Kom ji Ciwanên rojava yên ku di destpêka aloziyê re penaberî Başurê Kurdistanê bûn, pêk hat.

Endamên komê perwerdeyên leşkerî li ser destê pisporên MİT’a Tirk li baregehên herêma Başûrê Kurdistanê dîtin.

ENKS ku beşek ji Itîlafa Sûrî ya ser bi dewleta Tirk ve ye, vê komê wekî baskê xwe yê leşkerî dibîne.

Di 22’yê Mijdara 2014’an de serokwezîrê Tirk yê wê demê Ehmed Davutoglu li baregeheke wan a perwerdeyê ya li başûrê Kurdistanê serdana “Pêşmergeyên Roj” kir û ji aliyê efserên MİT’ê û yên Pêşmergeyên PDK’ê ve hat pêşwazîkirin.

Davudoglu derçûna beşa yekem a vê koma çekdar li baregeha Diyana ya li Başûrê Kurdistanê wê demê bi rêve bir.

Mijara vegera “Pêşmergeyên Roj” ji bo Rojava gelek caran hatibû rojevê. Bi taybet dema hevdîtin di navber ENKS’ê û aliyên Siyasî yên rojava re çê dibûn. ENKS’ê her xwestiye vê komê derbasî herêmê bike û weke hêzeke di bin fermana wan de li rojava bi cih bibe.

Piştî Serokê PDK’ê serdana Tirkiyê kir navê wan di êrişa Xanesorê de derket

Heta demekê navê vê komê li ser dezgehên çapemeniyê nehat bihistin, lê careke din navê wan di êrişên li ser navçeya Xanesor a Şengalê de derket holê.

Di 3’yê Adara 2017’an de bû bi hêzên PDK’ê re êrişî Xanesorê kirin ku di vê êrişê de 12 kes ku di nava wan de rojnamevan Nûjiyan Erhan jî hebû şehîd bûn.

Ya balkêş, ev êriş piştî çend rojan ji serdana serokê PDK’ê Mesût Berzanî ku di 26’ê Sibatê li Tirkiyê pêk hat bû..

Di nava çeteyên ku dewleta Tirk şandin Lîbya de navê wan derket

Dewleta Tirk ku bi hezaran çeteyên Sûrî dişandin Lîbiya, navê endamên vê komê di nava wan çeteyan de jî derket.

Di Nîsana 2020″an de Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de navê endamê koma pêşmergeyên roj “Şakir Ferman Salih Bonciq” ku di nava çeteyên Tirkiyê de bû û hatiye girtin eşkere kir.

Dema aloziya Zînî Wertê ya herêma Qendîlê de li wir çi karê wan hebû?

Di Nîsana 2020’an de Ajansa Rojnewsê ku li herêmê agahî parve kirin, ragihand ku PDK’ê hêzeke mezin li herêma Zînî Wertê bi cih kiriye ku di nava wan de endamên koma bi navê “Pêşmergeyên Roj” jî hene.

Li ser Bûyerê, Konseya Rêveber a KCK’ê wê demê daxuyanî da ku tê de got:

“Tirkiye hewl dide êrişî çiyayê Qendîlê bike, hewl dide hêzên PDK’ê an “Pêşmerteyên Roj” di vê plana xwe de bi kar bîne”

29’ê tebaxê; PDK’ê kemînek li pêşiya hêzên Gerîla danîbû û di encamê de 5 gerîla şehîd bûbûn.

çavkaniyeke taybet ji ANHA re ragihandibû ku fermana êrişê fermandarê hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî daye û di nava koma êrişî Gerîla kirine de endamên koma pêşmergeyên roj jî hene.

“Di nava hêzên PDK’ê de ku kemîn danîbûn leşkerên Roj hebûn”

Li gorî çavkaniyê, navên wan wiha ne:

  • Şêran Remedan Sîma
  • Mevan Îsa Îbrahîm
  • Îsmaîl Mihemed Salih
  • Raîd Îsa

Back to top button