Arteşa Tirk ji hin deverên herêma Avaşînê vekişiyan

Arteşa Tirk ya dagirker, tevî bi hemû rêbazên xwe yên şerê qirêj, li hemberî berxwedana dîrokî a hêzên gerîla têk diçe.
Di encama berxwedana dîrokî a gerîlayan de arteşa Tirk ji hin deverên ser bi herema Avaşînê vekişiyan.
Her wiha leşkerên artêşa Tirk a ku li hemberî berxwedana gerîla ya li Werxelê tarûmar dibin, her tiştên xwe li pey xwe dihêlin û direvin.

Artêşa Tirk di 23’ê Nîsanê de li dijî başûrê Kurdistanê tevgereke nû ya dagirkeriyê da destpêkirin.

Nêzî 6 meh in li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê di navbera gerîlayan û artêşa Tirk ya dagirker de şerekî giran diqewime û dagirker windahiyên mezin didin.

Di encama berxwedana dîrokî ya gerîlayan de pêla destpêkê ya tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk şikest.

Lewma artêşa Tirk neçar man xwe ji hinek deverên ser bi herêma Avaşînê, Dola Konferansê û Dola Maran vekişiyan.

Piştî van têkçûnan, vê carê di 7’ê Hezîranê de artêşa Tirk êrişê tunelên şer ên li deverên Werxelê kirin.

Bi qasî çar mehane ku hêzên gerîla li qada Wexelê, li dijî artêşa Tirk di nava berxwedanê de ne.

Gelek caran ji ber çalakiyên bi bandor yên gerîlayan, leşkerên artêşa Tirk hemû alavên xwe yên leşkerî li pey xwe dihêlin û direvin.

Back to top button