Yek ji xizmetkarê Tevgera Azadiyê û Şorêşa Rojava “Dr. Nûr El-Dîn Mûsa” wefat kir

Yek ji xizmetkar û pêşengekî şoreşê Dr. Nûr El-Dîn Mûsa ango di nava civika xwe de “Bavê Hozan”…
Dr. Nûr El-Dîn Mûsa ku ji sala 1985’an û vir ve bi şervanên Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê re li eniyên pêş dixebitî û têkoşîn dimeşand.
Nûr El Dîn Mûsa di encama nexweşiyê de wefat kir.
“Bavê Hozan” duh li bajarê Qamişlo hate oxirkirin.

Nûr El-Dîn Mûsa di sala 1962’an de li gundê Kerdîwan ê navçeya Amûdê ji dayik bû û piştî digihîje temenekê berê xwe dide bajarê Qamişlo.

Mûsa di sala 1984’an de xwendina xwe li Peymangeha Tenduristiyê (beşê benkirinê) bidawî dike.

Nûr El-Dîn Mûsa hîna di salên destpêkê de Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê nas dike û ji sala 1985’an û vir ve bi awayekî veşartî bêyî ku ji hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bitirse, şervanên Rojava derman dikir.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, Mûsa xizmeta şoreşê û şervanên YPG/YPJ`ê û QSD`ê dike.

Ew bi şervanan re li eniyên pêş cihê xwe digire û wan li nexweşxaneyan derman dike.

Ruxmî ku rewşa wî ya tenduristî xirap bû jî, lê belê di xizmetkirin û alîkarîdayînê de tu carî tawîz nedida.

Mûsa, li hemû eniyên şer cihê xwe digire.

Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê re, berê xwe dide Efrînê da ku alîkariya tenduristî bide gel û şervanan.

Li bajarê Serêkaniyê jî heman alîkariyê pêşkêş dike.

Bi damezrandina Nexweşxaneya Şehîd Xebat re di destpêka şoreşê de, Mûsa di karê benckirinê de dixebite.

Li kêleka karê xwe yê mirovî, her wiha wî xwendekar perwerde dikir ji bo ku kadroyên tenduristiyê amade bike.

Mûsa ku nexweşiya gurçkan pê re hebû, di demên dawîn de rewşa wî ya tenduristî xiraptir bû.

Beriya hefteyekê ew ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Dar El-Şîfa ya li Şamê.

Nexasim Dr. Nûr El-Dîn Mûsa ango “Bavê Hozan” doh ji nav me barkir û li bajarê Qamişlo hat oxirkirin.

Back to top button