Di şerê li paytext Beyrûtê de 4 kes mirin 20 jî birîndar bûn

Libnan ya ku dixwaze ji krîza aborî û siyasî xelas bike, careke din bû navenda şer.
Li paytext Beyrûtê şerê dijwar alîgirên tevgera Emel û Hizbullahê de rûda.
Di encamê de, 4 kes hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.
Careke din tankên Libnanê li nava kolanên bajar bûn.

Îro derbarê doza lêpirsînên teqîna bendera li paytexta Libnan Beyrûtê de komekê xwest meşekê lidar bixe.

Xwepêşandêran xwestin dadmend Tariq El-Bêtar ji peywir were xistin, hinek jî piştgiriyê didine û dixwazin karê xwe dewam bike.

Li herêma Teyûnê dema ku hejmareke mezin a alîgirên tevgera Emel û Hizbullahê berê xwe didan Koşka Edaletê da ku li dijî Tariq El-Bêtar xwepêşandanê bikin, dengê guleyan li herêmê bilind bû.

Di bûyerê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Bûyera ku tê de roket û çekên lûle dirêj hatin bikaranîn, li Beyrûtê bû sedema alozî û tirsek mezin.

Hin endamên alîgirên Hizbullah û tevger Emel li derdorê Teyûnê çek rakirine û xwe ji bo rewşên awarte amade kirine.

Piştî ku di gulereşandinê de birîndar çêbûn, artêşê û erebeyên ambulansê berê xwe dan cihê bûyerê.

Her wiha hêzên ewlekariya giştî ji bo aramkirina herêmê, belav bûne.

Back to top button