Erdogan 3 rêveberên banka giştî ji kar girt, 1 dolar gihişt 9.18 TL

Li Tirkiyê polîtîkayên Serokomarê Tirkiy Erdogan ya derbarê aboriyê de, her roja derbas dibe civakê hejartir dike.
Piştî Erdogan 3 rayedarên banka giştî ji erk girt, lîreyê Tirkiye li pêşberî dolar asta herî şikestî dît.

Ajansa Reutersê ragihand ku îro di saetên sibehê de serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan bi biryarekê 3 rayedarên banka navendî ji peywirê xist û li şûna wan 2 kesên din erkdar kirin.

Li gorî biryarê ku di rojnameya fermî de hat weşandin, herdu Cîgirên Serokê Banka Giştî Semih Toman û Ugur Namek Koçek, her wiha endamê Meclisa Siyasetên Diravî Abdullah Yavaş ji kar hatin girtin.

Kesên navborî beriya 5 mehan ji aliyê Erdogan ve hatibûn erkdarkirin.

Li şûna wan, Taha Çakmak wekî cîgirê serokê bankê û Yusuf Tuna wekî endamê Meclisa Siysaetên Diravî, hatin erkdarkirin.

Ev biryar piştî hevdîtina Erdogan bi parêzgarê banka giştî ya Tirkiyê Şehab Kavcioglu re li Enqereyê, pêk hat.

Di encama vê biryarê de, nirxê lîreya Tirk li hemberî dolar daket 9.18`an.

Back to top button