Çeteyan li Efrînê welatiyek ji gundê Mûskê revand

Li Efrînê jî çeteyan welatiyek ji gundê Mûskê yê bi ser navçeya Raco revandin.
Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî, ciwanekî Ereb, ji ber ku qebûl nekir sixûrtiyê ji dewleta Tirk re bike, çeteyan êşkence lê kir û ew kuştin.

Li Efrînê jî, çeteyên bi ser dewleta Tirk ve kesê bi navê Mihemed Ebdo yê ji gundê Mûskê yê bi ser navçeya Raco revand.

Çeteyan kesê revandî birin cihekî ne diyar û heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Li gorî navenda belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, ji destpêka meha Cotmehê û heta niha çeteyan 13 kes ji Efrînê revandine.

Li aliyekî din, çete li pêş çavên welatiyan, berhemên darên wan didizin.

Li gundê Kîmar û Beradê çete nahêlin xelk biçin nav darên xwe û zeytûnan berhev bikin.

Li gundê Kurzêlê jî, çete bi hêceta ku dest daynin ser, di nava zeviyên darên zeytûnê de digerin û ji xelkê gund daxwaz dikin ku isbata mulkiyeta xwe a zeviyan bikin.

Li Girê Spî çeteyan ciwanekî 30 salî bi êşkencê kuşt

Dewleta Tirk û çeteyên wê sûc û hovîtiya xwe li herêmên dagirkirî bê navber dewam dikin.

Hate zanîn ku çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Hikmet Xelîl Derar yê ji pêkhateya Ereb, li girtîgehên bi ser istixbaratên dewleta Tirk ve bi êşkenceyê kuştin.

Li zanîn Hikmet Xelîl ji bajarê Dêra Zorê ye,

Çeteyan jê xwet sîxurtiyê ji wan re bike û li dijî fermandarên Ereb yên di nava QSD’ê de êrişan pêk bîne.

Piştî Hikmet ev yek red kir, çete vê carê bi tawana ku bi QSD’ê re kar dike, dixine girtîgehê.

Hikmet yê 30 salî ji ber ku nebû sîxûrê dewleat Tirk, bi êşkenceya giran di girtîgehên bi ser dewleta Tirk ve tê kuştin.

Back to top button