Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Ferhad El-Elî” li Dirbêsiyê hat oxirkirn

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ferhad El-Elî bi merasîmeke girseyî li goristana Dirbêsiyê hat oxirkirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD jî nasnameya 2 şervanên xwe, yên 27’ê Tebaxê li Eyn Îsayê şehîd ketibûn, eşkere kir.

Îro li bajarê Dirbêsiyê şehîdekî din tev li refên cangoriyan bû..

Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ferhad El-Elî bi merasîmeke girseyî li goristana Berkevirê ya Dirbêsiyê hat oxirkirin..

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulbaqî Elî, sersaxî da malbata şehîd Ferhad û got:

“Tiştê ku hişt heya niha projeya Rêveberiya Xweser li ser lingan bimîne û herêmên me ewle bibin, fedekariyên şehîd Ferhad û hevrêyên wî ye.”

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeya Dirbêsiyê Îbrahîm Derwêş jî got;

“şehîd Ferhad El-Elî bi doz, gel û hevrêyên xwe re dilsoz bû û ji bo rizgarkirin û parastina xaka xwe têdikoşiya. Lewra em soz didin em ê rêya wî bişopînin.”

QSD’ê nasnameyên 2 şehîdên xwe eşkere kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD jî, nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku 27’ê Tebaxê li Eyn Îsayê şehîd ketibûn, eşkere kirin..

QSD’ê têkildarî mijarê bi daxuyaniyekê got ku 2 lehengên wan di ber parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaştin asta şehadetê.

Li gor daxuyaniyê nasnameyên her du şehîdan wiha ne:

Ferhad Erselan bi nasnav Dogan Derdirî 27’ê Tebaxa 2021’ê li Eyn Îsayê şehîd bûye.

Mahir Yûnis bi nasnav Zinar Til Temir, 27’ê Tebaxa 2021’ê li Eyn Îsayê şehîd bûye.

QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ji malbatên her du şehîdan re sersaxî xwest û soz da ew ê rêya şehîdan heya pêkanîna serkeftin û qewitandina dagirkeran dewam bikin..

 

Back to top button