Şêniyên Amûdê bêdengiya PDK’ê şermezarkirin

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li Deriyê Sêmalka a ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistne di roja 10’an de dewam dike.
Heta niha tevî ku gelek bang hatin kirin lê PDK’ê xwe li bêdengiyê daniye.

Îro jî Şêniyên Navçeya Amûdê û endamên Şaredariya Gel a herêma Cizîrê di çalakiyê de bêdengiya PDK’ê şermezar kirin.

Xwepêşandana malbatên şehîdan li dergehê Sêmalka ya bi armanca radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem dewam dike.

Îro şêniyên navçeya Amûdê û endamên Şaredariya Gel a herêma Cizîrê berê xwe dan cihê çalakiyê ya li dergeha Sêmalka.

Di çalakiyê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwer Elî axivî.

Zîwer Elî diyar kir ku divê li dijî dagikeran Kurd bibin yek û bang li PDK’ê kir ku cenazeyên herdu şehîdan radestî malbatên wan bike.

Sibe bi beşdarbûna şêniyên kantona Hesekê û gundewarên çalakî wê bidome.

Back to top button