Li kampa penaberên ji Rojava ya li Dihokê agir bi dibistanekê ket

Li kampa penaberên ji Rojavayê Kurdistanê ya li Dihokê agir bi dibistanekê ket.

Li kampeke bajaroka Akrê ya girêdayî Dihokê agir bi dibistanek seretayî ya ku xwendevanên ji Rojavayê Kurdistanê têde dixwendin, ket.

Der barê sedema derketina agir û ziyanên wê agahiyên zelal bi dest neketin.

Gelek caran li kampên penaberan yên li başûrê Kurdistanê jî bi taybetî kampên ku welatiyên Şenalê û Rojava lê dimînin buyerên bi vî rengî pêk tên.

Heta niha ji ber buyerên li van kampan gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Back to top button