LI BARGEHEKE ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN DAI’Ş’Ê HAT XISTIN, 5 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) çalakiyên taybet li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li gundewarê Dêrazorê didomînin.
Li bajarokê Bisêrayê yê Dêrazorê QSD’ê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navdewetî li bargeheke şaneyên razayî yên DAIŞ’ê xist.
Di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Çalakî li gundê Demanê yê bajarokê Bisêra yên bakurê Dêrazorê pêk hat.

Di encamê de 5 çete dema hewl da birevin hatin kuştin.

Demek beriya niha jî çavkaniyên herêmî diyar kiribûn ku bi dehan şandeyên razayî yên DAIŞ’ê li gundên nêzî bajaroka Bisêra wekî Zîban û Şihêl hene.

Her wiha bi dehan mayîn, motorsîklêtên bombebarkirî û kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê hate dîtin.

Leave a Reply

Back to top button