Partiya Çep a Almanya bikaranîna çêkên kîmyewî kir rojeva Meclîsa Alman a Federal

Bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, di rojeva Meclîsa Elmanya de ye.
Partiya Çep a Elmanya, bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla, bire rojeva Meclîsa Elman a Federal.
Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût ji hikûmeta Elmanya xwest dawî li bêdengiya xwe bînin.

Dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê yên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê de ku li Başûrê Kurdistanê didomîne, bi çekên kîmyewî û qedexe êriş dike.

Partiya Çep a yek ji partiyên muxalefet a Elmanyayê ye, daxuyanî û agahiyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve bire rojeva Meclîsa Federal.

Pêşnûmepirsa bi pêşengtiya Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût hate amadekirin.

Gokay Akbûlût: Li dijî sûcên şer yên dewleta Tirk divê Almanya bêdeng nemîne

Akbûlût ji ajansa ANF’ê re axivî û bal kişand ser helwestên Elmanya û got:

“Divê Elmanya dawî li bêdengiya xwe ya li ser vê mijarê bîne. Ji ber yek ji welatên ku di her mijarê de bi Tirkiyê re xwedî peywendiyên xurt in.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Elmanya dikare bikeve tevgerê.”

Back to top button