Artêşa Libnanê 9 kes binçav kirin

Li Libnanê, doza teqîna Tebaxa 2020’an careke din welat xistiye nava tevgerê.
Piştî şerê doh li paytext Beyrûtê, li welat metirsiya derketina şerekî xwe daye der.
Artêşa Lubnanê ragihand ku di encamama şerê rûdayî de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan birîndar bûn de.
Her wiha 9 kes bin çav kir.
Serokwezîrê Libnanê jî şîn ragihand.

Doh li paytexta Libnan Beyrût dema ku alîgirên partiya Emel û hizbullah dimeşiyan bi çekan êrişî wan hate kirin.

Di encamê de 7 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Piştî êrişa li dijî alîgirên hizbullah li welat rewş aloz bû.

Artêş li nava paytextê belav bû û alîgirên hizbulahê jî dest avêtin çekan.

Fermandariya artêşa Libnanê di saetên şevê de li ser mijarê daxuyaniyek da û got:

Dema gelek xwepêşandêran berê xwe didan herêma El-Edliye, şer derket û li herêma El-Teyûna – Bedaro gule hatin berdan.

Artêşê diyar kir ku di encama şer de hin welatî hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got,

Artêşa Libnanê li herêmê belav bû, dewriye derket û girtin ser gelek cihan da ku kesên gule reşandin, bigirin û ji her du aliyan 9 kes ku di nav de kesekî sûrî hebû bin çav kirine.

Lêpirsîna derbarê van kesan de jî hatiye despêkirin.

Her wiha fermandariyê destnîşan kir ku rêveberiya artêşê pêwendî bi kesên têkiliya xwe bi her du aliyan re heye, danî ku rewş ber bi fîtneyê ve neçe.

Fermandariyê daxuyand ku ew ê hesab ji çekdaran bixwazin û yekîneyên artêşê li herêmê belav dibin da ku careke din şer dest pê neke.

Piştî bûyerê, Wezîrê Hundirîn yê Lîbnanê Bessam Mewlewî civîneke awerte li gel endamên Navenda Giştî ya Parastinê lidar xist.

Piştî civînê Mewlewî jî piştrast kir ku alozî li ser armanckirina xwepêşandêran ku ji aliyê kesên li avahiyan bicih bûyîn ve despêkiriye.

Alîgirên Emel û Huzbilahê piştî bûyerê xwepêşandaneke bihêrs lidarxistin û daketin qadan.

Li Libnanê şîn hate ragihandin

Têkildarî mijarê Serokomarê Lubnanê Mîşêl Ewn got,

bûyerên li herêma El-Teyûna rû dane bi êş bûn û nayê qebûlkirin.

Her wiha sersaxî da malbatên kesên ku di bûyerê de hatin kuştin.

Serokwezîr Necîb Mîqatî peyamek da û ji bo kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest da şîn ragihand û tevahî saziyên giştî û dibistan werin girtin.

Back to top button