QSD: Dengê topbaranê ji ber şerê DAIŞ û hikumeta Şamê ye

Doh ji derdora bajarê Reqayê dengên topbaran û şerê bi çekên giran hat bihîstin.. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku dengê topbaranê, ji ber şerê di bavbera DAIŞ û hikumeta Şamê de ye.

Duh li heremêke başûrê Reqayê, ku di bin kontrola Hikumeta Şamê de ye, di nav bera Hêzên Hikumetê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn derket..

Vê yekê jî hişt ku di nava xelkên wê deverê de tirsek çêbibe.

Têkildarî vê jî, yekser Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyek belav kir û tê de wih got:

“Dengê topbaran û şerê bi çekên giran ku ji derdora bajarê Reqayê tê bihîstin, ji ber şerê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û Terora DAIŞ`ê de ye.

Şer li derdora bajarê Resafa yê 35 km dikeve rojavayê Reqayê rû dide.”

Back to top button