Mûstefa Karasû: Kesên ku hevalên me li Xelîfanê şehîd xistine em dizanin kî ne

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû dibêje “Kesên ku li Xelîfanê hevalên me şehîd xistine em dizanin kî ne”.
Karasû bi van gotinan bal kişand li ser erişa PDK’ê ya li dijî gerîlayên azadiyê û destnîşan kir ku siyaseteke bi vî awayî nabe û divê PDK tavilê hesabê vê yekî bide.
Karasu da zanîn ku dewleta Tirk li ber berxwedana gerîla têk çûye, ji ber wê bi mehan e li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne.
Li dijî bikaranîna van çekan, Karasû banga bilindkirina asta têkoşînê li li gelê kurd kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstefa Karasû di bernameya taybet a Medya Haberê de, li ser buyerên dawî yên li herêmê nirxndin kir.

Yek ji wan buyerên ku Karasû bal kişand ser, şehîdxistina gerîlayan li herêma Xelîfanê ji ali hêzên PDK’ê ve bû.

Mûstafa Karasû da zanîn ku derbarê kesên ku gerîla li Xelîfanê Şehîdxistine agahiyên zelal di destê wan de hene û got

Bûyera Xelîfanê bûyereke cidî ye û hîna jî daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Agahiyek rast ku me bi dest xistiye heye.

Ev pêşmergeyên bi navê roj, beriya bûyera Xelîfanê bi telefonê bi malbatên xwe yên Rojava re diaxivin û dibêjin “PKK’yî hatine Xelîfanê em ê bi ser wan de herin.”

Tê fêmkirin ku yên li Xelîfanê hevalên me şehîd xisitine ne hêzên hikûmetê ne.

Rasterast hêzên taybet ên PDK’ê û çeteyên bi navê Pêşmergeyên Roj in.

Karasû destnîşan kir ku PDK bi van polîtîkayên xwe wê bi xwe re gel jî biqedîne û destnîşan kir ku Dewleta Tirk pêşengtiya dijminatiya Kurdan dike.

Mûstefa Karasû: Ji ber ku Tirkiye têk çûye li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne

Mustafa Karasû balkişand li ser çekên kîmyewî jî ku demek edewleta Tirk li dijî gerîla bi kar tîne û ev nirxandin kir:

Piştî hemû hewildanên wê yên têkçûyî, dewleta Tirk vê carê serî li çekên kîmyewî û gazên şehirkirî da.

Bi mehane ev tê gotin lê tu kes nakeve tevgerê.

Şerekî bi vî awayî nabe!

Ji ber ku li dijî gerîla têk çûne, vîna leşkerên Tirk nîne ku derkevin pêşberî gerîla; îcar berî xwe didin van çekên kîmyewî û li dijî gerîla bi kar tînin..

Mûstefa Karasû: Divê gelê Kurd li dijî bikaranîna çekên kîmyawî qiyametê rake!

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû dawiya nirxandina xwe ev bang li gelê Kurd kir :

Divê gelê kurd li her devera lê dijî li hemberê bikaranîna çekên kîmyewî qiyametê rake.

Gerîla li ber xwe dide û wê bide jî, lê divê piştgiriya gerîla were kirin.

Divê gelê me yên li Rojava, Başûr, Bakûr, Rojhilat û Ewrûpa têkoîşnê mezin bikin.

Ger îro, piştgirî nedin gerîla wê kêngî bidin!

Back to top button