Yuksel Koç: Divê hêzên navdewletî li hember vî sûcê bêdeng nemînin

Hevseorkê KCDK-E’yê Yuksel Koç bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla bi tundî şermezar kir û piştrast kir divê hêzên navdewletî bêdeng nemînin û bi erka xwe rabin. Li aliyê din Partiya Çep jî ku yek ji partiyên muxalefetê yê Almanyayê ye bikaranîna çekên kîmyawî bir rojeva Meclisa Almanyayê û banga helwestê li deshilata welêt kir.

Dewleta Tirk a qirker li dijî gelê kurd û taybet li dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bikartîne û cîhan jî temaşe dike..

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç li dijî vî sûcî bertek nîşan da.

Koç eşkere kir “Dewleta Tirk li hember berxwedana gerîla nikare bi pêş ve biçe û li pêş çavê tevahiya cîhanê çekên kîmyewî bi kar tîne, lê belê hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bêdeng in.”

Yuksel Koç bang li gelê kurd kir ku li dijî vê bêdengiyê çalakiyan li dar bixin û bikevin nava tevgerê.

Partiya Çep a Almanya bikaranîna çêkên kîmyewî xist rojeva Meclisê

Partiyên Alman jî ji bo heman mijarê ketina nava liv û tevgerê.

Partiya Çep ku yek ji partiyên muxalefetê yên Almanyayê ye, daxuyanî û agahiyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyê ve bir rojeva Meclisa Federal a Almanyayê.

Ev yek bi rêya pêşnûmeyekê û ji aliyê Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût ve hat amadekirin.

Gokay Akbûlût: Li dijî sûcên şer ên Tirkiyê divê Almanya bêdeng nemîne

Akbûlût ji ajansa ANF’ê re axivî û bal kişand ser helwestên Almanya,,

Parlamenterê Partiya Çep Gokay Akbûlût got:

“Divê Almanya dawî li bêdengiya xwe ya li ser vê mijarê bîne.

Ji ber ew yek ji wan welatan e ku di her mijarê de bi Tirkiyê re xwedî peywendiyên xurt in.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Almanya dikare bikeve tevgerê.”

Back to top button