Lireyê Tirkî li pêşberî dolarê Amerîkî wextê xwe yê herî bênirx de ye

Li Tirkiye Erdogan xwe kiriye aborînas, roj bi roj lîreyê Tirkî li pêşberî dolar têk diçe.
Ji kargirtina endamên di Banka Giştî de, bû sedema ku dolarê Amerîkî li pêberî lîreyê Tirkî bigihêje asta herî bilind.
Nirxê dolarekî Amerîkî gihişt 9.22 Lîreyê Tirkî.

Li Tirkiyê Dolarê Amerîkî ji 9.22’an bihûrî û gihişt asta herî bilind.

Serokomarê Tirkiyê doh 3 berpirsên Banka Giştî yên ku tê gotin, li dijî polîtîkayên aborî yên Erdogan bû ji kar girt.

Piştî vê biryarê, Lîreyê Tirkiyê di dîroka xwe de asta herî daketî dît.

Pisporên aborînas jî dibêjin, ger rewş bivî awayî dewam bike, wê Dolar 10 Lîreyê Tirkî jî derbas bike.

Bilindbûna nirxê Dolar û Euro li Tirkiyê bandorê li ser enflasyonê jî dike.

Ji ber ku beşek mezin ya kerta hilberînê li Tirkiye girêdayî kirîna ji dewletên biyanî ye.

Ev yek jî dibe sedem ku bilindbûna Dolar ji welatiyên Tirkiyê re wek zam vegere.

Di nav 40 rojên dawîn de pereyê ku li hemberî Dolar herî zêde nirxê wî şikestî Lîreyê Tirk e.

Ji serê sala 2021’an ve nirxê Lîre ji sedî 17.8 şikestiye.

Li gorî pêşbîniyên şarezayên aboriyê heta dawiya salê şikestina Lîre wê ji sedî 20 derbas bike.

Back to top button