Wezîrên Riyad û Waşîngtonê ji bo rewşa Yemenê civiyan

Di nava hefteyên dawiyê de, rewşa li Yemenê aloztir bûye.
Hûsiyan êrişên xwe yên li derdora Maribê zêde kirine.
Wezîrên Karên Derve yê DYA Antony Blinken ji bo nirxandina rewşa li Yemen, mijarên herêmî û danûstandinên dualî bi hempîşeyê xwe yê Erebîstana Siûdî Feysel bin Ferhan re civiya.

Beriya hevdîtinê, herdu wezîran daxuyaniyek kurt dan çapemeniyê.

Antony Blinken diyar kir ku di navbera DYA û Erebistana Siûdî de hevkariyek xurt heye û got,

“Em bi biryar in ku piştevaniya Riyadê bikin.

Li ser gelek mijarên pir girîng, ji ​​avhewayê heya enerjiyê, ji Yemenê heta Îranê, gelek karên me hene ku em bi hev re bikin.

Blinken diyar kir ku tevî pêşkeftinên mafên mirovan yên li Siûdiyê bernameyek wan ya zêde ya ji bo nîqaşkirinê heye.

Feysel bin Ferhan jî bal kişand ser girîngiya têkiliya di navbera her du welatan de û wiha got:

Têkiliya me ne tenê ji bo me, di heman demê de ji bo her du welatên herêmê û cîhanê jî pir girîng e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Ned Price jî bi daxuyaniyeke nivîskî li ser hevdîtina navbera Blinken û bin Ferhan de belav kir.

Price li dijî êrişên Hûsiyên li Yemenê ku li hember Riyadê pêk tîne jî bertek nîşan da û hevkariya welatê xwe ya bi Siûdiyê re careke din dubare kir.

Back to top button