Putin îdia dike axaftinên kî wê bibe mîratgirê wî rûsya “nearam dike”

Kursiyê deshilatdariya Rûsya li Putin xweş hatiye.
Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin îdia dike ku axaftinên derbarê kî wê bibe mîratgirê wî aramiya li welat xera dike û got:
Ji bo dema pêş jî hîna ti pilan nekiriye.

Putin ji kanala CNBC a Amerîkî re axivî û pirsa gelo piştî 2024’an erkê wî yê li Kremlînê bidawî bû ew hîna dewam bike yan na bêbersiv hişt.

Serokdewletê Rûsya îdia kir ku “axaftina li ser vê mijarê rewşê nearam dike” û got:

Ji bo avaniya hêzê û pêkhateyên dewletê di paşerojê de bi ewlehî û pêbawerî tevbigerin aramî tê xwestin.

Par Rûsyayê rêziknameyek pejirand ku rê da Putin heta 2036’an li ser desthilatê bimîne.

Di dema referandûmê û piştî wê de, zextên li ser çapemenî û muxalefetê gelekî zêde bûn.

Her çend derfeta yasayî ya Putin heye ku ji ber vê rêkeftinê dîsa bibe namzet, lê serokê Rûsî bersivek diyar neda ka ew ê piştî 2024’an çi bike.

Putin bi domdari got,

“Ez tercîh nakim ku bersîva van pirsan bidim.

Ji bo hilbijartina nû hîna pir wext heye.”

Opozîsyonê Putin sûcdar kir ku hewil dide bibe “serok heta hetayê”.

Hin analîstên siyasî yên Rûsî îdîa dikin ku dibe ku Putin di demek nêzîk de dev ji kar berde.

Back to top button