Balafirên dewleta Tirk gundên Qendîl, Pişder û Asosê bombe kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk berî çend se’etan hemwextî hev gelek gund û herêmên Binarê Qendîlê, Pişder û Asos’ê bombebaran kirin.

Ajansa Rojnews’ê ragihand “balafirên artêşa dagirker îro derdora saet 10.30’an êrîş birin ser gundên Binarê Qendîlê, Pişder û Asosê.”

Li gorî agahiyan cihên ku hatine bombebarankirin “Dola Balayan, gundê Xezne, gundê Koylê , çiyayê Bêrimkê, çiyayê Ehmed , gundê Sêweysê ” ne.

Ji ber rewş hîna ne ewle ye derbarê ziyanan de, encam û agahiyên zêdetir nehatine bidestxistin.

Back to top button