BI LIDARKETINA CIVÎNA ASTANAYÊ RE AGIRÊ ŞERÊ LI SÛRIYÊ GURTIR DIBE

Danûnstandinên Astana 12 di roja duyemîn de dewam dike.
Weke 11 torên borî, ji bo derxistina peyama dawiya civînê, hevdîtinên dualî tên lidarxistin.
Her wiha komîteya şopandina mijara pevguherîna termên miriyan, kesên revandî û girtiyan jî civîneke xwe li dar xist.

Di Astana 12’an de, tenê guhertinek heye, ew jî beşdarbûna nûnerê navnetewî Geer Pederson e.

Di rûniştina duh de, serokê şandeya Rûsî Alexander Lavrentiev li ser van xalan teqez kir:

– Têkbirina Terorê.

– Komîteya Destûrî.

– Vegerandina Penaberan.

– Ji Nûve Avakirinê.

Têkildarî mijarê berdevka wezareta Karên Derve Maria Zakharova diyar kir ku çeteyên Hey’et Tehrîr Şam ji nûve xwe bi rêxistin dikin û got:

“Divê rewşa li Idlibê wiha derbas nebe.”

Li ser erdê jî, hejmarek moşek ji aliyê çeteyan ve ber bi parêzgehên Hema û Lazqiyê ve hatin avêtin.

Di encam de 4 kes birînda bûn.

Li aliyên din, gundên Qestûn, Qilêdîn û Ziqûm ên Hemayê, ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin topbarankirin.

Leave a Reply

Back to top button