Efrîn..Tenê di du mehan de 301 kes hatin revandin û 5 jî hatin kuştin!

Dema dawî û ji ber cîhan tev bêdeng e, Tirkiye û çeteyên xwe li dijî şêniyên Efrînê sûcên xwe zêde kirine..Herî dawî bîlançoya du mehan a van binpêkirinan hat eşkerekirin..
Li gorî wê jî, 301 kes ji wan 25 jin hatine revandin û 5 jî hatine kuştin..

Di du mehan tenê de, 301 kes hatin revandin û 5 jî hatin kuştin..

Ev kirin li Efrîna dagirkirî û ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve pêk hatin..

Mîna van kirinan rojane li Efrînê çêdibin û ji ber bêdengiya navdewletî, rojane bêhtir dibin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Ibrahîm Şêxo, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku du mehên dawî pêk anîne, ji ajansa nûçeyn Hawar’ê re eşkere kirin.

Ibrahîm Şêxo destnîşan kir “Di mehên Tebax û Îlonê de; 291 kes, di nava wan de 25 jin; hatine revandin. Di van her du mehan de 5 kes hatin kuştin.”

Şêxo ragihand jî “Çeteyan ji 13`ê Cotmehê ve 10 sivîlên din ji gundê Memelo yê navçeya Raco revandine û bi vê yekê heta niha hejmara kesên hatine revandin dibe 301 kes.”

Di çend rojan de 50 hezar darên zeytûnan hatin desteserkirin!

Ne tenê sûcên li dijî mafê mirovan.

Îbrahîm Şêxo behsa talan û dizîna çeteyan ji darên zeytûnan re jî û ev agahî dan.

“Dewleta Tirk û çeteyên wê di çend rojên dawîn de 50 hezar darên zeytûnan ên niştecihên resen ên Efrînê, desteser kirin.

Beriya dagirkerinê li Efrînê 18 milyon darên zeytûnan hebûn,

Niha nêzî 400 hezar dar hatine qutkirin,

zêdetirî 17 hezar darên temenê wan bi salan hatin şewitandin

û zêdetir 20 hezar dar ji kokê ve hatin rakirin.

Îbrahîm Şêxo teqez kir ku piştî bajarê Efrînê hat dagirkirin, dewleta Tirk û çeteyên wê 70 hezar ton zeyta zeytûnan dizîn û mîna ku berhemeke Tirkiyê ye firot Spanyayê.

Back to top button