Efxanistan…di teqînên li Qendeharê de bêtirî 30 kes mirin, 200 jî birîndar bû

Îro li parêzgeha Qendeharê li dijî mizgeftek ya Şiiyan 2 êrişên bombeyî pêk hat.
Di encamê de bêtirî 30 kes min û 200 jî birîndar bûn.

Êriş li dijî Mizgefta Fatimiyê ya Şiiyan pêk hat.

Di encama 2 teqînên pêkhatin de herî kêm 30 kes mirin û bêtirî 200’an jî birîndar bûn.

Berpirsê parastina mizgeftê, Murtaza Zafirî ragihand ku êriş di dema nimêja Înê ya li mizgefta herî mezin ya parêzgehê pêk hatiye.

Çekdarên Talîbanê tevahî rêyên diçin mizgeftê li çûyîn û hatinê girtin.

8’ê Comtmehê roja Înê careke din li dijî mizgeftek ya Şiiyên li parêzgeha Kunduzê êrişek pêk hatibû.

Di encamê de, 46 kes hatin kuştin.

Rêxistina teror a DAIŞ-Xuresan êriş li xwe girtibû.

Piştî ku hêzên NATO yên bi pêşengiya DYA ji welat derketin, êrîşên bombeyî yên ku li bajarê Celalabad yê Efxansitanê zêde bûn.

DAIŞ-Xuresan berpirsiyariya piraniya van êrîşan li xwe girt.

Teqîna li Kunduzê piştî vekişîna DYA ji welat, êrişî herî dijwar bû.

Back to top button