Anne Hidalgo bo namzetê partiya sosyalîst a hilbijartinên Fransa

Di Nîsana 2020’an de hilbijartina Serokomariya Fransa wê pêk were.
Ji niha de partiyên li Fransa dest bi diyarkirina namzetên xwe kirine.
Partiya Soslatîst a Fransa, Seroka Şaredariya Parisê Anne Hidalgo weke namzetê partiya xwe ji bo serokomariyê destnîşan kir.
Lê li gorî rapirsiyan, Macron dîsa lipêşe.

Ji bo hilbijartinên serokomariya Fransa bêtirî 6 mehan maye.

Lê ji niha de partiyên li Fransa namzetên xwe yên ji bo serokomariyê diyar dikin.

Partiya Soslatîst a Fransa, Seroka Şaredariya Parisê Anne Hidalgo weke namzetê partiya xwe ji bo serokomariyê destnîşan kir.

Li gorî nûçeya BBC Tirkî, Anne Hidalgo di dema hilbijartinê de ji sedî 72 dengên partiya xwe bidest xistiye.

Namzetê din yê partiyê, Wezîrê Çandiniyê yê berê Stephane Le Foll bû.

Dayîk û bavê Hidalgo ya 62 salî ji Spanya koçberî Fransa bûbûn.

2014’an jî bo Seroka Şaredariya Paris.

Tê pêşdîtin ku namzeta Partiya Sosyalîst a Fransa di kampanya hilbijartina xwe de herî zêde mijarên hawirdor û xebatên civakî bide pêş.

Beriya niha ticarî jinek ji bo serokomariya Fransa ne hatiye hilbijartin.

Li gorî rapirsiyên dawî yên li welat hatine kirin, piştevaniya ji bo Hidalgo hîna di bin ji sedî 5 de ye.

Hilbijartina Serokomariya Fransa di navbera 10 û 24 Nîsana 2022’an de wê pêk were.

Namzetê ku di tûra yekemîn a hilbijartinê de herî kêm ji sedî 50 ê dengan bistîne wê weke serok bê hilbijartin.

Ger di tûra yekem de namzetê ku ji sedî 50’î dengan werdigire weke ku dihate hêvîkirin dernekeve, du namzetên ku di tûra yekem de herî zêde deng girtine wê di tûra duyemîn de bikevin pêşbaziyê.

Li gorî daneyên di rapirsiyên li welat tên kirin de Serokomar Emmanuel Macron yê 2017’an hate hilbijartin careke din di rêza yekem de ye.

Back to top button