DYA û Yûnanîstan peymana hevkariya parastin beramber heta 5 salan dirêj kir

Di nava demên dawiyê Atîna mîna ku wê li hemberî wê êrişek pêk were, peymanên parastinê îmze dike.
Piştî Fransa, Yûnanîstanê “Peymana Hevkariya Parastina Beramber” ya bi DYA re îmze kir.
Vê carê di peymanê de guhertinên nû jî hatin kirin û heta 5 salan dema wê hate dirêjkirin.
Her wiha her li Waşîngtonê Borrell û Blinken jî civiya.

Ji bo xurtkirina têkliyên parastinê yên navbera Yûnan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de, gavên nû hatin avêtin.

Wezîrê Karên Derve yê Yûnanîstan Nikos Dendias di serdana xwe ya li paytext Waşîngtonê de, li gel hempîşeyê xwe yê Amerîka Antony Blinken civiya.

Antony Blinken û Dendias “Peymana Hevkariya Parastina Beramber” ya “Protokola Guhertina Duyemîn” îmza kirin.

Peyman bi biryara hevbeş ya herdû welatan ji bo 5 salan hate îmzekirin.

Heta aliyek ji peymanê venekişe, peyman wê di meryetê de be.

Peymana ku ji sala 1990’an ve tê îmzekirin, heta niha hertim salane dihat nûkirin.

Piştî peymanê wezîr derketin pêşiya çapemeniyê.

Blinken got:

Em îro hevkariya xwe ya parastinê bihêz dikin.

Ev yek wê bihêle peyman hertim bi şêewazên nûkirî di meryetê de be.

Li gorî peymanê ev yek rê ji bo em bi hêzên Yûnanîstanê re perwerde û oparasyonan pêk bînin vedike.

Dendias jî got, girêdana DYA bi Yûnanîstanê re destnîşan dike ku her du welat bi biryar in ku serwerî û yekîtiya axa hev biparêzin.

Çend hefte beriya nûkirina peymana hevkariya parastinê ya di navbera Waşîngton û Atîna de, Yûnanîstanê li gel Fransa jî peymanek nû ya parastinê îmze kiribû.

Blinken û Borrell li Waşîngtonê civiyan

Her wiha Blinken li paytextê pêşwazî li Cîgirê Serokê Konseya Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell kir.

Têkidarî civînê Wezareta Karên Derve ya DYA daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got:

Blinken careke din piştevaniya xwe ya ji bo YE aniye ziman.

Her wiha di rojeva Blinken û Borrell de, guherîna rewşa avhewa, danûstandin ji bo rewşa Rûsya, Efxanistan û mijarên herêmî hebûn.

Wezîrê Karên Derve yê DYA keyfxweşiya xwe ya ji bo helwesta YE ya derbarê Hind-Pasifîkê jî anî ziman û ji bo danûstandinên navbera aliyan ku di nava 2021’an de pêk were jî lihevkirin pêk hatiye.

Back to top button