HPG: Li Zap û Colemêrgê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk ya dagirker çalakiyên xwe didomînin.
HPG’ê diyar kir di encama çalakiyên li Zap û navçeya Çelê ya Colemêrgê de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.
HPG’ê got, Ev çalakî ji bo tolhildana Fermandar Cûmalî Çorûm û gerîlayên ku li Werxelê ya Avaşînê bi êrişa kîmyewî şehîd bûn, hate kirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bê navber derban li artêşa Tirk ya dagirker didin ku nêzî 6 meh in êrişî başûrê Kurdisanê dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de de ev agahî parve kir;

“14’ê Cotmehê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li qereqkola Şikêrê, hêzên me bi rêbaza sûîqestê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Heman rojê li qada Kela Bedewê ya herêma Zapê, hêzên me li çepera çeka A-4 a dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de çeper û çeka A-4 hate rûxandin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Dîsa heman rojê li qada Girê Koordîne ya herêma Zapê, hêzên me bi çekên giran bi rengekî serketî li dagirkeran xistin.”

HPG’ê diyar kir ev çalakiyên berfireh ji bo tolhildana Fermandar Cûmalî Çorûm û şehîdên Werxelê hatine lidarxistin ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bûn.

HPG’ê derbarê êrişên hewayî de jî ev agahî parve kir,

14’ê Cotmehê qadên Sîda, Şehîd Şahan, Cîloyê Biçûk, Şamkê, Kûnîşka û Çiyayê Reş yên bi ser herêma Zapê; Girê Rostê yê bi ser qada Goşîne ya Xakurkê û qadên Stûnê, Girê Şehîd Elî, Geliyê Basya û Kartalê yên bi ser Avaşînê bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombebarankirin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên ku 20’ê Îlona 2021 li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrişa hewayî şehîd bûne, eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re xwest û soza bi pêkanîna armancên şehîdan da.

Back to top button