Kujerê Şukrî Serhed heta niha nehatine girtin

Mehek li ser şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed re derbas bû.
Lê hîn jî kujer nehatine girtin û hikumeta herêmî ya Başûr jî bêdengiya xwe diparêze.
Belgeyên ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re heta niha nehatine parvekirin.
Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê, di hefteya 2’yan ya çalakiya xwe de bang kir ku kujer bêne eşkerekirin.

Di 17’ê îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên îstîxbarata MÎT’a dewleta Tirk a dagirker.

Şukrî Serhed 17’ê Îlonê serê sibehê li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’ê ve hatE gulebarankirin û şehîdbû.

Mehek li ser şehadeta Şukrî Serhed re derbas bûn û hîna jî kujer nehatine girtin.

Belgeyên ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re heta niha nehatin parvekirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê hefteya borî bi daxuyaniyekê ragihandibû heya kujerên şehîd Şukrî neyên eşkerekirin, ewê her hefte li cihê Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin, çalakî lidarbixin.

Komiteya malbatên şehîdan a PKK’ê ya Başûr: Belgeyên ku di destê hêzên ewlekariyê de ne, nayên eşkere kirin

Tevî gelek malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê îro di hefteya dûyem de careke din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin kombûn û çalakiyek lidarxistin.

Li cihê bûyerê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de carek din hate gotin ku heya kujerên şehîd Şukrî werin girtin, ewê her hefte li cihê bûyerê kom bibin û çalakî lidarbixin.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin;

“Belge li ber destê hêzên ewlekariyê hene, lê nayên eşkerekirin û ev jî gumanan bi xwere tîne. Dixwazin belgeyan winda bikin.”

Piştî çalakiyê, welatiyan destegul danîn cihê şehîd Şukrî lê hatî qetilkirin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

Back to top button