8 leşkerên hikûmeta Şamê li hêrêma Resafa ya Reqayê hatin kuştin

Ji duh ve, çeteyên DAIŞ’ê êrişî deverên hêzên Hikûmeta Şamê li hêrêma Resafê ya li Reqayê dikin.
Di encama van êrîşan de heta niha 8 leşkerên Hikûmeta Şamê hatine kştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi piştgiriya êrişên balafirên şer ên Rûsyayê, hewl didin êrişên dijwar ên çeteyên DAIŞ’ê li ser herêm Resafa ya li başûrê Reqayê têk bibin.

Çavdêriyê ragihadin, di encama van êrişên ku ji şevê din ve didomin, 8 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriyê, ji 24’ê Adara 2019’an ve hezar û 578 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatine kuştin ku di nava wan de herî kêm 3 Rûs jî hene.

Back to top button