Partiyên Tifaqa Kurdistanî li Amedê civînek li dar xistin

Partiyên Tifaqa Kurdistanî li Amedê civînek li dar xistin.
Bi dehan hevserokên partiyên Kurd, endamên komeleyan û parlementerên HDP’ê beşdarî civînê bûn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di civînê de axivî û bal kişand ser gefên şer yên desthilata Erdogan yê li dijî gelê Kurd.
Mîthat Sancar diyar kir ku ew ê yekitiya herî berfireh a li dijî şer ava bikin.

Partiyên Tifaqa Kurdistanî li Amedê li otêlekê civînek li dar xistin.

Di navbera civînê de Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Mîthat Sancar daxuyaniya hevpar a hatibû amadekirin xwend.

Mîthat Sancar diyar ku ew bi armanca nêrînên partiyên hevalbend ên Kurdistanî yên li ser deklarasyona ku di 27 ‘ê îlonê de eşkere kirine bigirin li hev civiyane.

Sancar, bi bîr xist ku ew di nava Tifaqa Kurdistanî de ne û ji bo di dema pêş de bi biryara hevgirtina derfetên xwe yên ji bo aştî, demokrasî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û destpêkirina demokrasiyeke nû li hev civiyane.

Mîthat Sancar: Erka me ew e ku li dijî şer yekîtiya herî berfireh av bikin

Sancar, bal kişand ser gefên şer yên desthilata dewleta Tirk yên li dijî gelê Kurd û got;

” Di vê kêliyê de yek ji pirsgirêkên herî zêde zext li Tirkiyeyê tê kirin, pirsgirêka aştiyê ye.

Li Tirkiyê şer weke amûra herî girîng a an polîtîkayan tê bikaranîn. Van demên dawî, em îtirazên şer ji nû ve bi dengekî bilind dibihîzin.

Wezîfeya me ya herî girîng ew e ku em niha û yekser yekîtiya herî berfireh a li dijî şer biafirînin. Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi têkoşeneke xurt ê li dijî şer heye.

Sancar di dewama daxuniyê de destnîşar kir ku politikayên şer hemû li ser axa Kurdistanê tê meşandin û diyar kir ku ji ber vê yekê, pêwîstî bi tevgereke xurt a aştiyê ya kurd heye.

Sancar diyar ku ger tevgera aştiyê ya kurd bi rengekî xurt were avakirin wê tenê bandor ne li Tirkiyê bike, wê bandorê tevahî li Rojhilata Navîn jî bike û ji bo aştiyê wê bibe çavkaniyeke xurt.

Back to top button