Parêzerên Doza Kobanê: Biryara DMME’ê nayê bicihanîn

Doza Kobanê ku 5’emîn rûniştina Doza Kobanê ku 108 siyasetmedar tên darizandin wê di 18’ê cotmehê de careke din bê dîtin,
Parêzerên Doza Kobanê û yên HDP’ê banga beşdariya dozê kirin û xwestin biryara DMME’yê were pêkanîn.

Bi nêzikbûna 5. runiştina Doza Kobanê ya ku wê 18’ê Cotmehê de carekedin pêk were, Rêvebir û parêzerên dozê îro li Stenbolê civîneki çapemenîyê lidarxistin.

Parêzera dozê Ezgî Gungordu di civîne de balkişande ser bê hiqûqîya pêvajoyê û got:

”Mûvekkîlên me bi awayeki bê hiqûqî girtîne û ji bo ku hîn mijaran zelal bikin gelek caran me fermî serlêdan kiriye, lê serlêdanên me ji alîyê dadgehê ve hatine redkirin.”

Gungordu da zanîn ku dadgehkirinên salên derbasbûyî de jî tu encamek derneketîye û got: ”Ev yek nîşan dide ku doz ne hiqûqî ye, sîyasî ye.”

Gungor di dawîyê de dîyar kir ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê, derbarê mûvekkîlên wan de biryara berdanê daye lê dadgeha Tirkiyê vê yekê pêk nayîne.

Parêzeran banga beşdariya dozê kirin û xwestin biryara DMME’yê were pêkanîn.

Back to top button