Çalakiya konvedanê ya ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li dergehê Sêmalka organize dike, dewam dike.
Çalakiya kon ku 5’ê Cotmehê destpê kiribû, rojane bi sedan şênî û malbatên şehîdan ên ji bajarên herêma Cizîrê beşdarê dibin.
Îro jî bi hezaran şênî tevlî çalakiya li Sêmalka bûn.
Şêniyan îxaneta PDK`ê û hevkariya wê bi dagirkeriya Tirk re şermezar kir û banga radestkirina cenazeyên gerîlayan kir.
Di çalakiya 11`ê Cotmehê de, 26 dayikên aştiyê di pireya Sêmalka re berê xwe dabûn dergehê Fîş Xabûr da ku daxwaza cenazeyên şehîdan bikin, lê hêzên PDK`ê nehişt ew derbas bibin.
Çalakiya konvedanê jî ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK`ê de li Xelîfanê şehîd bûne û ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK`ê tê lidarxistin.