Feleknaz Ûca: Dixwazin li Şengalê civaka demokratîk ji holê rakin

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, destnîşan kir ku PDK bi liv û tevgerên xwe yên leşkerî ên li hemberî Şengalê dixwaze jiyana li ser asasê felsefeya civaka demokratîk hatiye avakirin ji holê rake.

Hikûmeta Iraqê û PDK’ê ji bo pergala xweser a li Şengalê ji holê rakin di 9’ê Cotmeha 2020’an de peymana Şengalê îmze kiribûn.

Beriya hilbijartina 10’ê Cotmeha 2021’ê ya Iraqê, PDK’ê li sînorê Şengalê gelek pêşmerge bi cih kirin.

Pêşmerge di salvegera peymanê de bi hinceta “ewlehiya hilbijartinê” hatin bicihkirin û ev yek bû cihê nerazîbûnê li cem civaka êzidî.

Derbarê mijarê de, Parlementera HDP’ê a Êlihê Feleknas Ûca nirxandin kir.

Feleknas komkujiya ku DAIŞ’ê di 2014’an de li Şengalê kir bibîr xist û diyar kir ku wê demê PDK’ê êzidî bi tenê hiştine û wan bi komkujiyê re rû bi rû hiştine.

Feleknas Ûca, destnîşan kir ku gelê Şengalê bi awayekî tund li ber peymana di navbera PDK û Iraqê de hat îmzekirin radibe.

Bi polîtîkayên xwe dixwazin têkiliya di navbera Êzidiyan de qut bikin

Feleknas Ûca daxuyakirin ku armanca PDK’ê ew e ku têkiliya di navbera êzidiyan de qut bike û têkeve Şengalê.

Parlementera HDP’ê a Êlihê Feleknas Ûca di dawiyê de anî ziman ku êrişên li hemberî Şengalê dê bi yekîtiya neteweyî re bi dawî bibin.

Back to top button