Li Nînewa ya Iraqê şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê hat girtin

Li seranserî Îraqê, liv û tevgera DAIŞ’ê zêde bûye.
Li parêzgeha Nînewayê şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê, ya ku gelek sûc kirine, hat girtin..

Li seranserî Iraqê operasyonên li dijî tevgera DAIŞ’ê berdewam dikin..

Li bajarê Mûsilê yê parêzgeha Nînowayê, şaneyeke DAIŞ’ê bi operasyonekê hate girtin..

Navenda Ragihandina Leşkerî ya Iraqê eşkere kir ku ev şane ji 6 kesan pêk tê..

Navenda Ragihandina Leşkerî got ku wan çeteyan gelek sivîl û hêzên ewlekariyê kuştine..

Navendê her wiha da zanîn ku wan çeteyan karê veguhastina xizmên DAIŞ’îyên kuştî jî dikir..

Back to top button