Efrîn..revandina 8 kesan ji heman malbatê hîn ne diyar e

Zilm û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê her diçe zêde dibe.
Çeteyên dewleta Tirk ku xwe li Efrîna dagirkirî weke polîsan nîşan didin, ji 1’ê Gulanê ve 8 kes ji heman malbatê ji navçeya Şiyê revandibûn.
Heta niha jî aqûbeta wan kesên hatine revandin ne diyar e.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibe.

Dagirkeran di dawiya meha Gulanê de li navçeya Şiyê ya Efrînê ji malbatekê 8 kes revandin. Heya niha aqubeta wan nayê zanîn.

Efrîn Post di raporekê de nav û hûrgiliyên revandina van kesan eşkere kir.

Di raporê de tê diyar kirin ku ev sivîlan yek li di dû yekî tê girtin.

Navê kesên revandî wiha ne:

1-Zeyneb Mihemed Olaşî, dayika du zarokan e.

2-Hevjînê Zeyneb, Mistefa Mihemed Hisên.

3-Medya Mihemed Olaşî.

4-Hevjînê Medya, Hisên Yûsif Hisên.

5-Cîhan Mihemed Olaşî sala, 5 zarokên wê hene.

6-Hevjînê Cîhan, Mahir Ebdurehman Mihemed.

7-Izedîn Yûsif Hisên.

8- Bavê Izidîn Hisên, Yûsif Mistefa Hisên.

Jinek ku vê dawiyê ji zindanên dagirkerên Efrînê derketiye diyar dike ku her 3 xuşk li girtîgeha Maratê ya navendî ne.

Hat diyar kirin îşkence li her 3 jinan tê kirin û bi taybetî rewşa Zeynebê pir nebaş bûye û hevdîtina bi wan re qedexe kirin.

Çeteyên dewleta Tirk ciwanekî Kurd ji navçeya mabata revand

Li aliyê din li gorî malpera Efrîna post MÎT’a dewleta Tirk li ser mala ciwanekî Kurd ku ji gundê Qentera ya navçeya Mabata girtin û ew revandin.

Navê ciwanê ku çeteyan ew revandin, Xalid Ebid El-Fetah Îbiş yê 48 salî ye.

Li gorî malperê MÎT’a Tirk bi hinceta ku Xalid bi tirimbêla xwe şêniyan dibe goristana şehîdan ew revandine.

Back to top button