Artêşa qirker rêya M4 gundên Eyn Îsa û Şera topbaran kirin

Piştî gefên Erdogan êriş û topbarana artêşa qirker li ser herêmê zêdetir bû.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di danê sibehê de gundên Malikiyê û Kela Şewarxa yên navçeya Şera topbaran kir.

Nûçegihanê Ajansa ANHA yê ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê û Kela Şewarxa yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran kir.

Di topbaranê de artêşa qirker nîzî 15 top avîtin derdora gund.

Her wiha duh êvarê jî artêşa dagirker gunde warê Eyn Îsayê topbaran kir.

Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyek ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê Um El-Beramîl ê dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsa û rêya M4 bi dijwarî topbaran kir û diyar kir ku ji ber topbarana bi çekên giran ziyan gihiştin mal û milkên sivîlan.

QSD’ê diyar kir ku wan Rûsya ya “Garantor” bi van binpêkirinan agahdar kirine.

Hemwextî êrişa li ser Eyn Îsa artêşa dagirker gundên Meranaz û Elqemiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê jî bi hawan û obusan topbaran kirin.

Back to top button