Pûtîn: Dixwazin DAÎŞ’ê belavî Asya Navîn bikin

Serok Dewletê Rûsya, Vladîmîr Pûtîn destnîşan kir ku li Efxanistanê 2 hezar çeteyên DAÎŞ’ê hene, dixwazin belavî Asya Navîn bikin.

Serok Dewletê Rûsya Vîladîmîr Pûtîn ku di lîtkeya dijîtal a Civakên Dewletên Serbixwe de axivî, diyar kir ku Li Bakurê Efxanistanê, Ozbekîstan jî di nav de DAÎŞ, El Qaîde, gelek komên ‘nîjatperestên tundraw û terorîst’ aktîv in.

Pûtîn diyr kir ku li gor agahiyên di destê wan de nêzî 2 hezar çeteyên DAÎŞ’î hene. Ev çete xwe amade dikin belavî Asya Navîn û welatên li herêmên Rûsyayê bibin.

Li Efxanistanê çeteyên DAÎŞ’ê rêze çalakiyên li dijî Talîbanan kirin, girtin ser xwe.

Rûsya ji van hemû êrîşên li herêmê ku rê li ber nearamiyê vedike bi fikar in.

Rûsya di nava hefteyê de jî fikarên xwe yên têkildarî veguhestina çeteyan a ji Rûsya û Iraqê ya ji bo Efxanistanê anîbû ziman.

Moskova Talîbanan weke ‘rêxistineke nîjatperestê tundraw’ pênase dike, lê demek dirêj e bi Talîbanan re di nava têkiliyan de ne.

Back to top button