Ajansa Nûçeyan a Reuters: Dewleta Tirk amadekariya operasyona li dijî YPG’ê dike

Ajansa Nûçeyan a Reuters ragihand ku dewleta Tirk a dagirker palan dike li dijî YPG’ê tevgereke leşkerî destpê bike.
Ajansê îdîa kir ku şefê rêjîma Tirk Erdogan wê destûra tevgerê di civîna G-20’an ji serokên Amerîka û Rûsyayê bixwaze.

Reuters nûçeya xwe dispêre agahiya 2 rayedarên hukûmeta Tirk û dibêje;

Eger danûnstanên li gel Rûsya û Amerîkayê biser nekevin, Enqere plan dike li dijî hêzên Kurd ên Sûrye yê, tevgera leşkerî destpê bike.

Rayedarên ajansa Reutersê behsa wan dike bi taybet herêma Til Rifatê weke hedefa êrişa xwe binav kirine û wiha dewam dikin:

Îstîxbarata Tirk di vî warî de amadekariyên xwe dike. Di vî warî de xebatên destpêkirin. Wê mijar li gel Rûsya û Amerîkayê were gotûbêjkirin.

Demên dawî dewleta Tirk hin bûyerên ned diyar dike hinceta tevgereke nû ya dagirkeriyê li dijî Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Amadekariya dagirkeriyeke nû tê kirin

Piştî Erdogan Çavûşoglû jî gefa êrişan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar

“Rûsya û Amerîka pitşgiriyê nedin jî em ê bi tena xwe bikin”

“Pêwîstiya Erdogan bi şer heye”

Back to top button