Salvegera 10. a damezirandina rojnameya Ronahî

Rojnameya Ronahî sala 2011’an li Rojavayê Kurdistanê dest bi weşanê kir.
Tevî zixtên hikumeta Şamê û hewildanên girtina rojnameyê jî ev 10 sal in kar û xebatên rojnameyê dewam in.
Bi vê boneyê endamê rêveberiya rojnameyê Ebdulrehman Mihemed axivî û diyar kir ku dixwaza wan ew e ku dengê xwe bighînin gelê Sûriyê bi giştî.

Ebdurehman Mihemed da xuyakirin ku armanca wan a sereke; şopdariya heqîqetê ye her wiha derxistina rola hêzên parastinê ye.

Mihemed diyar kir ku destpêkê, desthilatdaran gelek astengî ji wan re derdixistin lê piştî destpêkirina şoreşa Rojava ev rojname bû dengê gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Ebdurehman got:

“Weşana me li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e, bi taybet avakirina çanda biratiya gelan di nava pêkhateyan de ye”

Dawiyê Mihemed eşkere kir ku weke hedefeke din, ew dixwazin xwe bighînin gelê Sûriyê bi giştî.

Back to top button