Dr.Kamûran Berwarî: Divê parlementoya nû li dijî dagirkeriya Tirk xwedî helwestbin

Erka sereke ya parlementoya nû derxistina dewleta tirk ji herêmêye ..
Dr. Kamûran Berwarî bi van gotinan daxwaz ji hikûmeta nû kir ku bi erka xwe ya sereke re rabin.
Her wiha Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku divê hikumeta Iraq û ya Başûrê Kurdistanê yên nû li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî xwedî helwest bin ..
Û Ger bê helwest bin wê tu wateya van hilbijartinan tune be û baweriya gel jî pê nemîne.”

Hilbijartinên Iraq û Başûrê Kurdistanê rastî boykotkirineke mezin hatin.

Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî, helwesta gel a di hilbijartinê de nirxand.

Berwarî da xuyakirin ku ger palementoya Iraqê helwest negirin û serweriya Iraqê bi dest nexin wê tu wateya van hilbijartinan tune be û wiha dewam kir:

“Iraq ne serwer e…

Rojane gel rastî êrişan tê û aborî jî tê werankirin.

Metirsiya giştî qutkirina ava Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve heye.

Zêdetirî 80 baregeh û avahiyên îstîxbaratî yên Tirkiyê hene.

Ger hikumeta Iraqê û parlementoya nû ya Iraqê biryareke nû negrin, Iraq wê wekî dewlet neyê hesibandin û baweriya gelê Iraqê jî ji van hilbijartinan re wê nemîne.”

Dr.Kamûran Berwarî: Erkê sereke yên parlementoya nû derxistina dewleta Tirk ji herêmê ye

Berwarî, da xwiyakirin ku divê parlementerên nû yên hatine hilbijartin beriya her tiştî li ser komkujiyên ku dewleta Tirk pêk anîne raweste.

Pêwîste parlementoya nû ya Iraqê li ser dagirkirina ku dewleta Tirk dike, bi qanûna navnetewî dewleta Tirk û hêza wê ji Iraqê derxînin.

Back to top button