Dayika Amara Cûdî: Bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk cihê şermê ye

​​​​​Dîroka dewleta Tirk dîrokeke komkujiyaye.
Dêrsim, Zîlan, Helebçe…
Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê, Girê Sipî, Qamişlo û Eyn Îsa.
100 sal derbas bûn lê kiryar heman in.
Dayika gerîla Amara Cûdî ya ku di êrişa dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî de şehîd bû, bang li civaka navnetewî dike ku bi qîrîna wan ve werin .

Piştî şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ku bi xwîna 13 hezar şehîd hate avdan, berxwedan û têkoşînê di dilê xort û keçan de şîn da û bêhna azadiyê ji axa Rojava fûriya.

Rojîn Remedan (Amara Cûdî) sala 1993’yan li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo ji dayik bû.

Amara Cûdî di malbateke welatparêz de mezin dibe ku di ciwantiya xwe de Tevgera Azadiyê nas dike.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re ku bi şoreşa jinê tê naskirin Amara ji kesên destpêkê bû ku beşdarî şoreşê dibe.

Amara Cûdî cihê xwe di gelek pêngavên rizgarkrina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê de digire.

D sala 2013 berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Hêjaye bibîrxistinê ku Ji dawiya meha Nîsana ve, dewleta Tirk li herêmên Zê, Metîna û Avaşînê operasyonên dagirkirinê yên berfireh da destpêkirin.

Di êrişa nû ya dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî li dijî Werxelê , 5 gerîla şehîd bûn yek ji wan Amara Cûdî bû .

Ne tenê Amara bû qurbana van êrîşan

Di navbera 9 û 14’ê Cotmehê de di êrişa dewleta Tirk a li dijî Rojava de 11 zarokan jiyana xwe ji dest dan..

Yek ji wan Mihemedê ji Serêkaniyê û Sara ya ji Qamişloyê bû ku tu carî nayên jibîrkirin.

Qîrînên Mihemed ku bedena wî bi çeka kîmyewî şewitîbû… birîneke nekevandî di bîra mirovahiyê de hişt.

Back to top button