BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ YÛSIV ÎBA RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Belê bînerên hêja, emê li ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê agahiyan bi were parve bikin.
Lê despêkê di derbarê rewşa çalakger Yûsiv Îba de nûçeyek metirsîdar hat.
Ji ber rewşa giran a tenduristiyê çalakger Îba rakirin nexweşxaneyê.

Çalakgera Yûsiv Îba li bajarê Toronto yê Kanadayê li dijî tecrîdê ev 105 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Yûsiv Îba ji ber ku nebza wî rabûye û tim vedireşe, ew rakirin nexweşxaneyê.

Di demên dawiyê de ji ber rewşa tenduristiyê gelek caran Îba rakirin nexweşxaneyê.

Herî dawî 14’ê Nîsanê careke din Îba rakiribûn nexweşxaneyê, lê Îba tedawî qebul nekiribû û gotibû,

Heta armanca wan pêk neyê wê çalakiya xwe bidomîne.

Bizîşkên çalakgeran kontirol dikin jî bal dikşînin li ser rewşa metirsîdar a li gel çalakgeran û dibêjin;

Ger daxwazên çalakgeran pêk neyên dibe ku di her kêliyê de agahiyên şahadetê werin bihîstin.

Leave a Reply

Back to top button