Rêverberiya Xweser roja Duşemê kire betlaneya fermî

18’ê vê mehê rojbûna Pêximberê Islamê Hezretî Mihemed e.
Bi vê boneyê, Rêveberiya Xweser 18’ê vê mehê ango roja duşemê li saziyên xwe kire betlaneya fermî.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro derbarê mijarê de biryarek eşkere kir.

Di biryarê de Roja 18’ê Cotmeha 2021 ango roja duşemê bi boneya Rojbûna Hezretî Mihemed ji bo saziyên xwe weke betlaneya fermî raghand.

Ev biryar ji bo saziyên ku pêwîste karê xwe dewam bikin nagire nava xwe.

Back to top button