Rêxistinên Kurdan li Ewropayê civînek li dar xistin

Rêxistinên Kurdan li Ewropayê ji bo avakirina lobiyekê, civînek li dar xist.
Di civînê de bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya ji bo têkbirina gef û êrişên li dijî destkeftiyên Kurdan.

Duh Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca avakirina lobiya Kurdî a li derveyî welat, li navenda xwe ya li paytexta Swêdê civînek ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê, li dar xist.

Di civînê de endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar , hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs û gelek siyastemedar û rojnamevan, hunermend û nûnerên partiyên Kurd amade bûn.

Zubeyîr Aydar li ser rewşa siyasî ya herêmê axivî û diyar kir ku armanca planên dewleta Tirk têkbirina vîn û nirxên gelê Kurde.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî destkeftiyên Kurdan û girîngiya yekîtiya neteweyî ya ji bo têkbirina gefên li ser Kurdan anî ziman.

Her wiha di civînê de li ser girîngiya avakirina lobiya Kurdî ya li Ewropayê, peydakirina mekanîzmayeke xebatê, civînên ji bo pêşxistina lobiyê, hat nîqaşkirin.

Di dawiya de, bernameyek ji bo civîneke berfireh ku hemû partiyên Kurdan beşdar bibin, hate diyarkirin.

Back to top button