Hêzên Iraqê 5 karkerên wargeha penaberan a Mexmûrê girtin

Ji ber ku PDK’ê rê girtiye şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) neçarin li bajarên Iraqê kar bikin.
Di 13’ê Cotmehê de 5 karkerên wargehê dema ji bo kar diçûn Bexdayê, li bendek kontrolê ya di navbera bajarên Basra û Bexdayê de hatin girtin.

Ji 17’ê Tîrmaha 2019’an ve PDK’ê, nahêle ti şêniyek ji wargeha penaberan ya Mexmûrê derbasî herêmên di bin kontrola wê de bibe û ji ber vê, şênî neçarin ji bo debara jiyana xwe, berê xwe bidin bajarên Iraqê.

5 karkerên wargehê dema ku dixwestin ji bo kar biçin Bexdayê, li benda kontrolê ya di navbera Besra û Bexdayê de hatin girtin, 4 ji wan karkeran birayê hev in.

Derbarê girtina karkeran de, dayîka her 4 karkeran Sultan Yildiztan axivî û da zanîn ku ji ber PDK’ê rê nade, zarokên wan neçarin berê xwe bidin bajarên Iraqê.

Sultan Yildiztan dibêje:

“Berê zarokên me li Silêmaniyê kar dikirin, lê ji ber PDK’ê rê girtiye berê xwe dan Bexdayê, 4 ji wan kurên min in û yek jî birayê bûka min e.

Zarokên me li benda kontrolê ya di navbera Besra û Bexdayê de ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine girtin.”

Sultan diyar kir ku nasnameyên zarokên wan hene û bi awayekî fermî ji aliyê Iraqê ve hatine dayîn.

Sultan diyar kir ku parêzerên şirketa ku zarokên wê tê de kar dikirin, çûn asayîşê û xwestin agahî ji wan bigrin, lê Asayîş ji bo wan gotibû,

“Ji vir biçin, ev kar ne girêdayî we ye. Ji ber ku ew Mexmurîne û PKK’yîne hatine girtin.”

Dayîka 4 karkeran di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên Mafê Mirovan û Hikûmeta Iraqê kir da ku li erk û berpirsyariya xwe xwedî derkeve û di demek zû de zarokê wan berdin.

Navê karkerên ku hatine girtin wiha ne:

Rêber Talî, Adem Yildiztan, Mazlûm Yildiztan, Cuma Yildiztan û Amed Yildiztan

Back to top button