3 gerîlayên ku ji êrişa çekên kîmyewî de filitîn behsa sûcên şer yên dewleta Tirk kirin

Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla nikare şer bike çekên kimyewî bi kar tîne.
3 gerîlayên ku di bombebarana çeka kimyewî ya arteşa Tirk de sax filitîn behsa sûcên şer ên dewleta Tirk kirin.
Gerîlayan diyar kirin ku dewleta Tirk di tûnelên şer de yek gule jî neavêtiye, şerê xwe hemû bi gazên kimyewî û teqemeniyan dike.

Dewleta Tirk a dagirker 23’yê Nîsanê ve êrişî başûrê Kurdistanê dike.

Arteşa dagirker ya ku li beramberî berxwedana hêzên gerîla têk çû, dest bi rebazên şerê qirêj kir.

Ev demeke Arteşa Tirk, li dijî gerîlayan bi bikaranîna çekên kîmyewî hewl dide encam bigre û binketina xwe binûximîne.

3 gerîlayên ku ji dest pêka pêvajoya berxwedanê ve li Girê Sor yê Avaşînê şer dikirin û di bombebarana çeka kimyewî ya arteşa Tirk de sax filitîn behsa sûcên şer ên dewleta Tirk kirin.

Gerîlaya YJA Starê Mizgîn Dalaho: Dewleta Tirk hemû çekên qedexekirî li dijî me bikaranî

Gerîlaya YJA Starê Mizgîn Dalaho ku di tunelên şer de ji bombebarana çeka kîmyewî filitî diyar dike ku dewleta Tirk her tiştê ku di şer de qedexe ne li ser wan bi kar aniye.

Mizgîn Dalaho anî ziman ku gelek cûreyên gazên kimyewî li dijî wan hatine bikaranîn û behna hinek gazên dihatin bikaranîn jî behnekî xweş yê mîna şekirê şewitî dida da ku jê aciz nabin û bikişînin ser kezêbê xwe.

 

Gerîlayê HPG Armanc Sîmko: Gaza ku pêşî avêtin tehma wê weke şekir bû û bandor li hişê mirovan dikir

Gerîlayê HPG’ê Armanc Simko jî ku li Girê Sor di nava berxwedanê de cihê digirt, bi xwe jî ji gaza kîmyewî bandor bûye da zanîn gaza ku pêşî avêtin tehma wê weke şekir bû.

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Devrîm: Dewleta Tirk ji ber ku nikaribû encamê bigre çekên kîmyewî bikaranî

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Devrim jî der barê çekên ku hatine bikaranîn got,

”Arteşa Tirk hê di roja sêyan a operasyonê de gaza kimyewî avêtin. Piştî ku gaza kimyewî, teqemenî davêtin, sedema wê ev bû ku bi zexta teqînê tevahiya gaza kimyewî bikeve tûnêlan.”

Têkoşîn Devrîm bal kişand ser bikaranîna çekên kimyewî yên dewleta Tirk û got, rastiya bêexlaqiya dewleta Tirk di şer de xuya dike û ji ber nikare li beramberî gerîlla encam bigre, çekên kîmyewî bikar tînin.

Back to top button