Yekîtiya Kedkaran yekemîn kongreya xwe li bajarê Hesekê li dar xist

Yekîtiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi tevlîbûna bi sedan delege û nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl, yekemîn kongreya xwe li bajarê Hesekê li dar xist.
Di kongreyê de rapora salane a xebatên yekîtiyê hate xwendin û rêziknameya wê hate nîqaşkirin.
Şêro Yilmaz û Henîfe Miqdad weke hevserokên Yekîtiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.

Yekîtiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro yekemîn kongreya xwe li bajarê Hesekê li dar xist.

Bi piştgiriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û bi tevlîbûna bi sedan delege û nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl, kongre li Hola Serdemê ya li Bajarê Hesekê hate lidarxisitn.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb di kongreyê de axivî û derbarê rewşa dawî û gefên dewleta Tirk ên li ser herêrmê nirxandin kir.

Hikmet Hebîb bal kişand li ser sîstema demokratîk û nenavendî ya li Bakur û Rojhialtê Sûriyê ku hemû pêkhateyên herêmê di nav de digire û got, “Rêveberiya Xweser vîna xwe ji civaka Bakur û Rojhilate Sûriye digire, ji ber vê yekê hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî wê dikin.

Berdevka Kongreya Star Remziyê Mihemed jî di kongreyê de axivî û anî ziman ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kedê û bi taybet keda jin û ciwanan dest pê kir û destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Remziya her wiha diyar kir bi saya keda leşkerî, sivîl û siyasî projeya demokratîk li herêmê bi pêş ket.

Piştî axaftina mêvana, rapora salane ya xebatên yekîtiyê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin û rêziknameya wê hate nîqaşkirin. Her wiha rêvebriya wê û hevserokên wê hatin hilbijartin.

Şêro Yilmaz û Henîfe Miqdad weke hevserokên Yekîtiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.

Şêro Yilmaz hevserokê Yekîtiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser armanca li darxistina kongreyê ji televizyona me re axivî

Back to top button