Li Minbicê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo konê çalakiyê hat vedan

Li dijî tecrîda li ser rêber Apo û Komploya Navneteweyî li bajarê Minbicê konê çalakiyê hate vedan.

Çalakiya konvedanê ji aliyê Akademiyên Civaka Demokratîk ve hate birêxistinkirin û li
parka giştî ya navenda bajêr hate vedan.

Bi sedan şênî Endamên saziyên sivîl, leşkerî û saziyên jinan beşdarî çalakiyê bûn.

Di konê çalakiyê de endamê Akademiyên Civaka Demokratîk a Minbicê Refet El-Xelef axivî û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku tecrîda li ser rêber Apo bi dawî bikin.

El-Xelef komploya navneteweyî li dijî rêbertî û herêmê şermezar kir û got,

“23 sal berê, dewleta Tirk bi piştgiriya îstîxbaratên navneteweyî bi armanca tunekirina ramana azad ya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, komplo li dijî rêber Apo pêk anî.”

Endama Komîteya Rêveber a Minbicê Asya El-Hisên diyar kir ku rêbertî zindan kir navenda zanist, perwerdeyê û li gelê herêmê belavkir.

Cîgirê serokê Meclisa Rêveber ya Minbicê Cûma El-Heyder jî axivî û destnîşan kir ku armanc ji komployê ne tenê girtina rêbertî bû lê ya sereke têk birina ramanên wî yê azad bû.

Back to top button