Silêman Hecî: Ger Iraq encaman nas bike, wê ber bi rewşekî aloz ve biçe

Piştî encamên hilbijartina Iraqê yên pêşwext hatin eşkerekirin, gelek partî û aliyên siyasî encam redkirin û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Partiya Azadî û Demikratîk ya Êzdiyan PADÊ jî, li ser encamên hilbijartina û nelirêtiyên di roja dengdanê de giliyê xwe li Komisyona Hilbijartinê ya Bilind a Nînowayê kir.

Endamê Mekteba Siyasî yê PADÊ Silêman Hecî, da zanîn şandeya wan ji bo encamên hilbijartinê bişopîne li Bexdayê ye û got, “Ji bo Şengalê plan hatibû danîn.”

Piştî encamên hilbijartinên 10’ê Cotmehê yên Iraqê hatin eşkerekirin, gelek partî û aliyên siyasî encam redkirin û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Partiya Azadî û Demikrasiyê ya Êzdiyan PADÊ jî, li ser encamên hilbijartinê û hîleyên di roja dengdanê de, giliyê xwe li Komisyona Hilbijartinê ya Bilind a Nînowayê kir.

Endamê Mekteba Siyasî yê PADÊ Silêman Hecî, li ser encamên hilbijartinê û giliyê ku li ser komisyona hilbijartinê kirine ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Silêman Hecî got:

“Ji ber ev hilbijartin ne li gor hejmara kesên ku mafê wan ê dengdanê di Iraqê de heye hatine kirin, gelek komên mezin encama hilbijartinê red kirin. Beşek ji komên Şîe, Komel û em jî wek PADÊ me giliyê xwe kir û em li dijî van encaman derketin.”

Silêman Hecî da zanîn ku li ser navê PADÊ şandeyek niha li Bexdayê ye û ew ji nêz ve li ser encamên hilbijartinê disekinin.

Silêman Hecî destnîşan kir ku Iraq ne ji aliyên Iraqîyan ve ji aliyên derekî ve tê birêvebirin, li ser encamên hilbijartinê jî hevdîtin û planên derekî hene.

Silêman Hecî li ser encaman hişyarî da û got, ger Iraq li ser van encaman bimeşe, wê Iraq ber bi rewşekî aloz ve biçe û rastî xeteriyên mezin were.

Sileman Hecî têkildarî propagandayên PDK’ê yên piştî hilbijartinê yên wekî gelê Şengalê namzetên PDK’ê hilbijartiye û gel ji wan dixwaze ew carek din vegerin Şengalê axivî

Hecî derbarê propagandayên PDK’ê jî got:

“Ji sedî 50 dengê Şengaliyan di kampên di bin desthilatdariya PDK’ê de bûn. Namzetên PDK’ê ku bi ser ketine ne bi dengê gelê me yên li Şengalê, bi dengê wan koçberên di bin desthilatdariya wan de ne biserketine. Li ser gelê me yê li kampan zextên PDK’ê hene.”

Back to top button