Di encama êrişên hikumeta Şamê de li bajarokê Sermeda 3 kes hatin kuştin 15 jî birîndar bûn

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li derdora bajarê Idlibê şer dikin.
Di encama êrişên hewayî yên hikumeta Şamê li dijî ‘Navenda polîsan’ li bajarokê Sermeda 3 kes hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.

Doh bişev li bajarê Idlibê mayînek bi panzêreke artêşa Tirk a dagirker ve teqiya, di encamê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li herêmên di bin serweriya Hêzên hikumet Şamê û herêmên di bin serweriya çeteyên Dewleta Tirk şer didome.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êriş li bajarokê Sermeda a li ser sînorê bi Lîwa’i Iskenderon re, pêk anî.

Hat diyar kirin di encamê de di navê de çeteyek 3 kes hatin kuştin bi kêmanî 15 jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku hikumeta Şamê operasyonek leşkerî ji bo rizgirkirina Idibê amede dike.

Îro jî bi dehan erebeyên leşkerî yên hikumeta Şamê ku bi leşker, tank û dikên moşekan barkirî gihiştin herêma Marat El-Nûman, eniyên şer ên Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê, Seraqib ê rojhlatê Idlibê û rêya M4.

Tê gotin ku wê şerekî nû li dijî komên çete ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker were destpêkirin.

Bi taybetî piştî danûstandinên dawî yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku derbarê aramkirina aloziyê de negihiştin lihevkirinan.

Li bajarê Marat Misrîn mayinek bi panzêra artêşa tirk ve teqiya 2 leşkerê Tirk hatin kuştin

Li gorî Çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyê ragihand, dema ku konvoyeke artêşa Tirk ya dagirker li ser rêya bajarê Idlibê û dergeha Bab Elhewa li bakurê Idlibê derbas dibû mayinek pê ve teqiya.

Hat diyarkirin di encamê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk deverên hev topbaran kirin

Çavdêriyê diyar kir hêzên hikumeta Şamê bajarokên Dêr Sunbil, El-Bare, Filefil û Fitêra yên gundewarên başûre Idlibê û deverên din ên li eniyên şer li gundewarên rojavayê Helebê topbaran kirin.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li Meret El-Nûman û Keferoma yên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Back to top button